Gunnar Ekelöf ev berhema xwe di sala 1965an de li Stenbolê
nivîsandiye. Lehengê wî Mîrê kurd jî di dema Bîzansiyan de li
Konstantînopolê ji aliyê celadên Bîzansî ve rastî êşkenceyeke mezin
tê çavên wî dirijînin û wî dişînin welatê dengbêjên kor. Sembol û
paşeka dîrokî ya ku Ekelöf di vê destanê de bi kar aniye tarîfa
mîrekî kurd ê êzdî ye. Gunnar Ekelöf bi sembolên wek hesp agir
çiyayên nefspiçûk welatê dengbêjên kor û peywendiya di navbera Xwedênû Şeytên de Dîwana di derbarê Mîrê Emgiónê de tîne û digihîne roja
me...
*
Ekelöf bi zarê Mîrê kurd dipeyive:
Ez hê jî li Konstantîniyeyê dijîm
Ger ji vê re bête gotin jîn
Ez Mîrekî kurdan im...