Edebiyata Kurdî jî mîna Kurdan bi çendîn sînorên siyasî coxrafî û şêwezarî ji hev hatiye dabirîn û her navendeke edebî wek giraveke dûredest berê xwe daye bergeheke ciyawaz.
Ev xebat di nav vê parçebûn û dabirîne de reh û rîşeyên pevgirêdayî yên vê edebiyatê berçav dike û îdîa dike digel hemû astengî û dijwariyan mirov dikare behsa nerîteke hevbaş a edebiyata Kurdî bike.