Sê Koçrewan destana çîyayekî ye çîya jî destana ehlekî
ji qelşên zinêr kişiyaye koka ehlê çiyê û darmazîyê
ji ber vê ye ev deyax û ev carrisî.
Êvar bi xew'v diçûn
Ez li pê diçûm
Xeyyam'ek û Heyam'ek
Pêrgî hev bûne li topografîya zemên
Zeman êvar
Êvar xirrûxalî
Heyam rêyeke bixof î tarî
Xeyyam şa'irekî meykêş î rêwî
Lewma cirra xwe venakî
Ji xefikên Epîka Modern û talûkeyên Destana Parodîk...
Zerdeşt Cemal vê carê berê me dide asêgeha destan-şi'êrê û şi'êr-destanê...
H.Kovan Baqî
"Xeyal bîr'ek kûr e" û helbestvan tê de li paşroj û Pêşroja xwe digere. Keldûmana bermahîyên ji ristên wî difure şahidbûna - qeydkirina demê ye. "Koçrewan"e ji bîr'a zarokek heya goristana wî; li paş û pêş şahîşînên e'mir kin. De bajo divê ji pênûsa xwe re; "Geh li Ser Xetê geh li Bin Xetê." Zerdeşt deriyê helbesta xwe Ji karwanên bê al û ji koçberên bê Welat re vekiriye. Ref digire bi Qulingên Koçrewan re li xwe û li xwedê digerin. Berfo Bari