Tarix ur-Rusul we l-Miluk (Kurd di Tarixa Teberi de)
Tarix ur-Rusul we l-Miluk (Kurd di Tarixa Teberi de)
    • Basım Yılı
    • Sayfa Sayısı
      184
    • Kağıt Türü
      Kitap Kağıdı
    • Ebat
      13,5 x 21,5
    • Dil
      Kürtçe
    • Cilt Durumu
      Karton Kapak
    • ISBN-13
      9786052246085
    130,00 TL
    93,60 TL
    ÜRÜN SATIŞ DIŞI
    Yek ji kevintirîn kitebên dîrokê "Tarîx ur-Rusul we l-Milûk"a Ebû Cafer Mihemed ibn Cerîrê Teberî bi kurdî çap bû. "Kurd di tarîxa Teberî de" ji beşen dîroka Teberî ya li ser kurdan pêk tê û ji aliye Emîn Narozî ve ji erebî bo kurdî hatiye wergerandin û amadekirin.
    Yek ji dîroknasên rûmetbilind î berhemdar yê serdema Îslamê xwediyê berhema "Tarîx ur-Rusul" yan jî "el-Umem we el-Mulûk": Dîroka Pêxember yan jî Milet û Padîşahan" Ebû Ca'fer Mihemed ibn Cerîrê ibn Yezîd ibn Xalidê Teberî (224-310/839-923) ye.
    Berhema Teberî di forma kitêbên salewextî de ku sal bi sal bûyerên salane didin hatiye nivîsîn û bûye wek bingeh û çavkanî ji bo dîroknasiya Erebî ya Îslamê. Ew hê ji çaxên berî dîrokê dest pê dike û pêl bi pêl pê ve tê heya digihê serdema Îslamê. Ji serdema Îslamê û pê ve jî ew sal bi sal li pey hev didomîne ta ku digihîje sala 915an.
    Kitêba dîrokê ya Teberî di nav dîroka Îslamê de yek ji wan kitêbên dîrokê yên rasttirîn û pêbawertirîn hatiye dîtin. Ew bi awayekî berfireh û bi rêk û pêk hatiye nivîsîn û gelek agahdariyên girîng î hêja ji devên saloxdarên (rawiyên) serwext dide xwendevanan ku xwendina wê jî xweş û hêsa ye.
    Dîroknivîserê me bi vê berhema xwe xebata tarîxzanên berî xwe yên mîna Yaqûbî Belazûrî Waqidî û Ibn Sa'd temam kiriye û ji dîroknasên pey xwe yên mîna Mes'ûdî Mîskeweyh Ibn Esîr Ibn Xeldûn û yên din re jî rê vekiriye û çavkaniyeke hêja û tekûz ji wan re hiştiye.
     Tarîxa Teberî deh cild in cildê pêşî li ser afirandina cîhanê û ya mirovan e ew hin bi hin pê ve diçe û cild bi cild lê didomîne heya ku digihîje serdema pêxemberan û şah û qralên hevçaxên wan. Ew wan li gor rêza hatina wan di Tewrat û Incîl û Sihûfan de digel delîl û şiroveyên ji Quranê li pey hev rêz dike ta ku digihîje heyamê Îslamê.
    YORUM YAPIN
    Yorum Başlığı:
    Yorumunuz*:
     
    Bu ürünle ilgili bize iletmek istediğiniz her hangi bir hata mevcut ise aşağıdaki formdan gönderebilirsiniz.
    Bildirdiğiniz hata tarafımızdan düzeltilince e-posta ile bilgilendirileceksiniz.
    Hata Detayı:
    FIRSATLAR
    © 2025 KitapStore.com - Tüm Hakları Saklıdır