Keşkûl axaftin û teblîxên xwedîyê xwe yên konferans panel komxebat û semînerên neh salan dihewîne. Ev axaftin û teblîx derbarê mijar û kêşeyên mîna têkilîya folklor û romanê dersa çîrokên dîrokî taybetîyên destpêka helbest û edebîyata kurdî ya modern endîşeya ji bo ziman sebebên polîtîkbûna edebîyata kurdî di modernîzasyona kurdan de rola ronakbîran şopa nîqaşa ser zimanê yekgirtî têkilîya dengbêjî û helbesta gelêrî ji alîyê rêbazê ve hin şaşîyên xebatên kurdnasîyê hwd. de ne... Kitêb van kêşe û mijaran carina di forma ceribîn û carina jî di ya gotarekê de tîne ziman ferq û balkêşîyekê çêdike.