Ev berg di bin sernavê Şew Niye Xewntan Pêwe Nebînim (Şev Nîne Hûn Neyêne Xewna Min) ji berhevoka Roj Niye Lêtan Tûrre Nebim (Roj Nîne li We Hêrs Nebim) û ji her du dîwanên Şew Niye Xewntan Pêwe Nebînim (Şev Nîne Hûn Neyêne Xewna Min) û Birûskeçandinê (Birûskçandin) pêk tê...
Xwendevan di vê bergê de dê rastî wan helbestên Abdulla Peşêw bên ku di lûtkeya afirîneriyê de hatine nivîsîn û xwediyê xwe gihandiye bandeva hunera helbestê. Bi taybetî helbestên Eger Em Care Bêmewe Lew Rojewe Legellma Nît Bo Qerecêk Mezad Sedan Sall e Tirs Ta Çiray Ême Nesûtê û çend helbestên din dengê efsûnî yê Peşêw di dil û hişê mirov de diteqînin û mohreke mayînde li ser ruhê mirov dihêlin. Ji ber vê ye ku navê Peşêw çend sêhra peyvê û çêja gotinê bi bîr bîne ew çend jî amaje bi teqîn û dengvedanê dike.