Berhemên edebî pirê caran sînorên hebûna madî û ya zihnî rastiya dinya derve û ya derûniya lehengan serobinoyî hev dikin ji xwe edebiyat hinekî jî derbaskirina sînoran e. Lê ev berhem di sînorê jiyan û mirinê de pêl dide. Li bajarekî ku bi ewrên reş yê mirinê hatiye dorpêçkirin li pey şopa evînekê digere. Evîneke wisa ku ne tenê li ber xwe dide û dijî lê ew mîna şitleke kesk di nav kavilên cîhaneke wêranbûyî de serî hildide. Rihê xwe xistiye kefa destê xwe û ber bi rojeke nû ve dimeş e. Her çendî baskşikestî be dîsa jî ber bi perê asîmanan ve difire.