Îşev û Çîroka Dawîn ji çîrokên kurt û "mînîmal" pêk tên. Hesenê Metê vê carê berê xwe dide cureyeke ku zêde di çîroknûsiya kurdî de nehatiye ceribandin. Li gor taybetiya çîrokên mînîmal Metê zimanekî rafîne naverokeke bi fikr û ramanan tije halekî rût ê kêliyeke sade ya jiyanê derxistine pêş û quncikê fînalan jî vala hiştiye da ku ji aliyê xwendevan ve bê dagirtin. Elbet Hesenê Metê dest ji temayên xwe yên daîmî bernedaye lê temayên wek rewşa jin û mêr edaleta Xwedê xulqê jinê halên trajîkomîk ên nivîskariyê ezabê evîn û jiyanê di nav vê cureyê de digihîne qonaxeke nû û xelekeke din li nivîskariya xwe zêde dike.