Ahmedê Hepo ji devê Mele Mustefa Barzanî ku lehengekî vê romanê ye gotinan neqil dike û trajedî û "birîn"a salên koçberiyê yên kurdên Qefqazê tîne ziman. Roman ne tenê bi zimanê xwe yê edebî û dewlemend derdikeve pêş di heman demê de bi lehengên xwe yên "dîrokî" û "çîrokî" jî balkêş e. Ji ber ku li aliyekî Mustefa Barzanî Erebê Şemo Rehîmê Qazî Stalîn Baxîrov; li aliyê din Kelo Nado Rostem Rihan Seyran hene. Birîn ji bo kurdên sirgûnbûyî yên dewra Stalîn belge-romanek e.