Bendname
  • 3 İŞ GÜNÜ
    İÇİNDE KARGODA
  • Basım Yılı
  • Sayfa Sayısı
    304
  • Kağıt Türü
    Kitap Kağıdı
  • Ebat
    13,5 x 21
  • Dil
    Kürtçe
  • Cilt Durumu
    Karton Kapak
  • ISBN-13
    9786056433191
Bendname di warê edebiyata kurdî de dilxwazê nîqaşekê ye. Carna vê yekê bi mijarên girîft carna jî bi yên ku zêde nehatine rojevê pêk tîne û bang li xwendevanên xwe dike ku tevlî vê nîqaşê bibin. Berhem kêşeyên bingehîn ên rexneya edebî ya îroyîn; wek mêtinkarî û edebiyata netewî; ezmûna modernîteya derî Awrûpî û têkiliya edebiyatê; pêywendiya navbera nivîskar û îqtidarê; barên kolektîf ên nivîskarê kurd; di bin vî barî de carna zeîfbûna estetîkê; mezaxtina edebî û şertên piyaseyê ji bo nîqaşa îmkan û kelemên edebiyata kurdî bi kar tîne. Lewma analîzên tê de bi qasî zanista metnê û rêbazeke guncaw di xwe de wan şert û mercên civakî siyasî û dîrokî yên ku rengek dane metnê jî dihewînin.
Ev yek jî rê li pêşiya rexneyeke pirhêl a înterdisîplîner vedike. Dema li ser ruhê edebiyatekê difikire û dixwaze çend kelaman bike cardin tîne bîra me ku di nav şertên heyî de avakirina edebiyateke resen û astbilind çi qas ciddiyetek û karkeriyeke giran dixwaze. Lê qedrê wê yê ku ber bi çêbûna metneke sereke ve diçe dê bibe rêberek jî ji bo nifşekî ciwan ê ku îro di warê ziman û edebiyata kurdî de perwerde dibe.
Ürün Kategorileri
YORUM YAPIN
Yorum Başlığı:
Yorumunuz*:
 
Bu ürünle ilgili bize iletmek istediğiniz her hangi bir hata mevcut ise aşağıdaki formdan gönderebilirsiniz.
Bildirdiğiniz hata tarafımızdan düzeltilince e-posta ile bilgilendirileceksiniz.
Hata Detayı:
FIRSATLAR
Taksit Anlaşmamız Bulunan Kredi Kartları
Güvenli Alış-Veriş
Sosyal Medya
© 2024 KitapStore.com - Tüm Hakları Saklıdır