Edebiyata kurdî ya modern ya ku ji nîvê yekê yê sedsala bîstan ve bi rê ketiye ev du dehsalên dawî ne di geşedaneke berçav re derbas dibe. Tîr û Armanc hewlek e ji qada Lêkolînên Kurdî an Kurdolojiyê ve ji bo têgihiştina paşxane û dînamîkên heyî yên vê geşedana edebiyata kurdî ya modern. Heşt gotarên rexneyî yên vê koleksiyonê ku ji aliyê vekolerên edebiyata kurdî yên li zankoyên welat û derve ve hatine nivîsîn bi nêrîna dîsîplînên rexneya edebî antropolojî û zimannasiyê dikevine dû pirsên pênaseyî naverokî û zimanî yên edebiyata kurdî.
Tîr û Armanc tevî kêmasiyên xwe namzed e ji bo vîtrîna rexneya edebî ya kurdî ku ev çend sal in daye pey nasnameyeke akademîk. Hêvî ew e ku bibe zemînek ji bo pêşketina rexneyeke akademîk; lewre ew teyaqûz û hişyariya ji gotarên vê koleksiyonê dipengize pariyek jî ji taybetiya wê xwendina akademîk tê. Tîr û Armanc her wiha wek nîşaneyeke çalakiya zimanî jî balkêş e anku wek nîşaneya derbasbûna ji xwendina şexsî ya berhemên edebî bo rexneyên dûvedirêj ên li ser berhemên edebiyata kurdî. Diyar e dem dema rexneyê ye.