Dîwana Şêx 'Ebdurrehman'ê Aqtepî ya jî bi navê din Dîwana Rûhî esereka ji Edebîyata Kurdî ya Klasîk e. Dîwana Aqtepî di salên hîcrîya 1283'an da hatîye nivîsandin. Ew tarîx jî li gorî hesabê mîladî dike 1876. Li jêrê li gorî hesabê ebcedê tarîxa nivîsandina 'Dîwan'ê derdikeve. Dîwan ji 28 beşan pêk hatiye. Tê da 17 xezel 5 murebba (çar misreyî) 5 muxemmes (pênc misreyî) û 1 mustezad heye. Orjînala pirtukê jî tê de heye
Dîlberê bala-qîyamet ger nebînim der-buhuşt
Yek qedem ger deynim ez ey dil mehal e sed mehal!
Dil yek e dîlber hezar in; mam teheyyur el-eman!
Bid'me kê meyla evî qelbê birîndarê nexweş
Turk û Tacîk û Qecer; ber mulkê dil anîn hucûm
Pey be pey sa'et be sa'et xaretê Kurdan dikin
Aşiqê min! Ger dixwazî weslê dîlber bit nesîb
Lazim e bê pêt û agir dil bikî yekser kebîb
Da temaşa kî ji canan 'îşwe û anê 'ecîb
Safîdil be-dil meke der-heq nîgarînê ze'îm