Gava Kerîm li kelekê siwar bû û li bêdengiya avê nêrî Apê Çeko hat bîra wî. Apê Çeko meseleya Feqiyê Teyran û Ava Mezin jê re gotibû. Sedema bêdengiyê jî bi tobedariyê ve girê dabû. Li avê nêrî destê xwe kir nav pêleherkê mîna şîrê meyandî diherikî. Çengek avêt devê xwe û vexwar. Paşê wekî ku av dengê wî dibihîze got:
"Binêre avê Ava Mezin. Madem tu dostê Feqiyê Teyran î bizane ez jî neviyê wî me. Çawa ku niha di nava bêdengiyê de tu me pêşwazî dikî bi besîreteke kamil me derbasî wî alî dikî çaxê em vegerin jî pêwîst e tu bi vê ferasetê me derbasî milê din bikî."