Çîrokên nû yên Şêxo Fîlîk bi navê "Ew ne ez bûm" çap bûn.
Hemû çîrokên di vê pirtûkê de bi şêwaza kolajê hatine nivîsîn.
Kolaj peyveke fransî ye û maneya wê 'bi hev ve zeliqandin' e. Ango metin hevok û peyvên heyî bi hev ve tên zeliqandin û pê berhemeke din î nû tê çêkirin.
Çîrokên vê berhemê jî ji metin gotin û peyvên heyî (çîrok roman gotinên stranan nûçeyên rojnameyan gotinên pêşiyan biwêj diyalogên fîlman û hwd) hatine pê û di nava tewnsaziyeke din de bi hev ve hatine zeliqandin.