Bêjeya Kurdî da Îlonek Nû
Payîz ji her demsalekê parekê dinizilîne nav zemanekî kehrîbar û vî zemanê kehrîbar ji hemû zemanên din diqetîne. Lê tew wext Îlona payîzê be di vî zemanê kehrîbarê nizilandî da hê xweşiktir dibe xweza di her kirasê guhertinê da. Li hev dikele ronkayîya hîvê hewşên qonaxên vala yên bi xem bêhna xwelîyêmirmira çeman siya darên kehrîbar û kulamên bayê. Xweza hew dibe wek livek bêdawî ji payîzê heta payîzekê..
Di bêjeyê da lêgêrîna tiştekî nû bi qasî guherîna demsalan xweşik û balkêş e. Lê guhertina demsalên di bêjeyê da ji guhertina demsalên xwezayê zêdetir diajo.Carna ew qas hînî sar û sermayê vejîna bi kelecan kelkela germê dibe xwe nagihîne wî zemanê kehrîbarê nizilandî yê ku ji hemû zemanên din hatiye qetandî. Ancax ji vê xewê tevlihevbûne mezin û şopa wê kûr dikare ber payîzê ber bi Îlona Nû bibezîne. Di heyam û zemanên pêsîrtengiyê û kaotîk da bêje û bêjekar ji bo ku kelamê bixelisîne ji vê pêsîrtengiyê li rê û dirbên nû digerin û dikevin vê ttayê.Haîkûyên Îlona Nû yên Ulku Bîngol jî di Dengê Pepûkê da ketiyê vê tayê û vê bi xwîner dide hîskirin. Dest ji a kevn ber dide û bi hespê Îlona Nû dikeve rêyek nû şêwazek nû estetîk nû hêmayek nû.Dibê nefret e zeman û li hember vî zemanî dide dû zemanên din.