Siya Evînê romana fragmanên jiyana ronakbîrê kurd Memdûh Selîm Begê Wanî ye. Rojên Wanê yên Stembol Antaqiyayê û paşê yên sirgûnî û dûrmayînê. Evîndarê Pira Galatayê û keça çerkes Ferîhayê. Di vê romanê de jî qedera ronakbîrê kurd naguhere; her keserkûr û bêgavmayî ye. Sirgûn bêmiradiya evîna nîvcomayî têkçûn bêçarebûn û welatê xerîbiyê dibe navenda jiyana Memdûh Selîm Beg û ew li dorê çerx dibe.