Qîmet û girîngiya vê kitêbê ev e ku biyografiya Bedîuzzeman bi destê yekî herî nêzî wî (biraziyê wî) hatiye nivîsîn. Wehareng em di derheq heyata Bedîuzzeman Seîdê Nûrsî de dibin xwediyê çavkaniyeke otantîk. Her wiha ji bo kesên ku bixwazin li ser heyata Bedîuzzeman bixebitin dê ev kitêb ji bo wan bibe çavkaniyeke eslî.