Dengê jibîrbûyiyan di vî beşê duwemîn ê romanê de jî tê vegotin. Vebêjê romanê wekî ava çemê dîcleyê bê west û rawest her diherike dibe dengê dîroka nêzîk û kevneşopiyên ewçend qehîm û kevnare yên navçeyê û însanê wê serdemê. Qehreman û vebêjê romanê Biroyê Dirêj bi sebra Eyûb Pêxember serpêhatî û serbûriyên jiyana xwe yek bi yek bêyî ku bêhna xwe teng bike ji xortên dilovan ên hawîrdor re vedibêje. Riyên jiyana Mîr Bedirxan; dûr dirêj û dijwartir dibin. Piştî serhildana Mîr û şerê mezin ê Osmaniyan Mîr ji welatê Cizîra Botan; bi tevî nas xizm jin cariye yawer zarok nevî û nêzên xwe ji welêt tê nefîkirin. Pêşî Stembol û girava Girîdê dibe warê wî bi dû re jî bajarê miqedes ê îslamiyetê Şam. Sirgûn dibe qedera wî.
Berdewamiya Hawara Dîcleyê bi mirin qîrîn hawar sirgûnbûn çîke-çîka şûrên şûrbazan û dengê bilind ê bêdengiya Estera Keldan ku di dil û mêjiyê Biroyê Dengbêj de her olan dide didome û bi vê gotina ku êdî bûye klasîk ''We xwest min jî got û ji îro pê ve êdî hûn ê bibêjin pêşî ji kesên ku li serpêhatiya min meraq dikirin paşê jî ji der û dorên xwe re. De niha qendîlê bitefînin û êdî herin'' bi dawî dibe.