Tu romana tenêtiyê; romana rojên êş azarî û keserkûriyê ye. Digel vê yekê romana rojên ku rê û rêçekê li ber nivîskariyê vedike. Di rojên weha de pencereyek dermanek çareyek û ronahiyek divê; ji wî kesê hêvîdar ê ku di nav tarî û qirêjiya girtîxanê de ye. Lehengê romana Tu xwe berdide nav rehên dewlemendiya tarîx çand kultir ziman û folklora kurdî û pê de dihere; dibe nêçîrvanê peyv û gotinên zimanê kurdî pê nefesê digire û dide. Di nav vê jiyana girtîxana bedbîn û dijwar de kêzikek dibe hevalê wî. Bûyer û serpêhatiyên dihu yên zarokatî û çîroka dapîrê dibin dîmenên rengîn û pastoral ên romanê. Serborî û motîfên rojhilat bi teknîkên edebî yên rojava tên hûnandin. Ziman kultir folklora gelêrî mîmarî serpêhatî û kevneşopiya kurdan a cografîk wekî wêneyekî kevnare hatine raxistin li ber çavan di vê romanê de. Dema roman bi dawî dibe tehma jan û keseran a bi hêviyeke xurt veguheziye serkeftineke nefsbiçûk ji dilê meriv diniqute. Tu destpêkek e û mizgîniya xurtbûna berhemên li pey xwe dide me.