Setin İçindeki Kitaplar:
1-Nasandina Kevneşopên Êzdiyatiyê I
2-Nasandina Kevneşopên Êzdiyatiyê II-
3-Dîroka Êzdiyan a di dokumentan û zargotinê de
4-Çîrokên ku şahidiya kevnariya mîtologiya Êzdahîtiyê dikin
5-Hevpeyvîn Nirxandin û Bîranînên Hinek Êzdiyan
DANASÎN
Di van (pirtûkên) Seta ku Kemal Tolan li ser Êzdiyatiyê amadekirine de gelek dokument dîroka veşartî mayî serpêhatî irf û edetên Êzdiyatiyê zargotin çîrokên ku şopên Êziyatiyê di nav wan de hene; mijarên aktuel hevpeyîn bîranîn nirxandin klam û stranan cîh girtine.
Bi van pirtûkên ra winê Ezdiyatiya ku bi sedan salan ji aliye desthilatdaran ve hatiye tepisandin û rastî êrîşên hatiye nas bikin; rastiya nexşeyên cihê ku Êzdî lê jiyan kirine û dijîn rewşa demografiya wan tabloyên navên cih û warên wan îstatîk û analîzên kevn û nû binêrin.
Bi hewla kesên wek nivîskarê me Kemal Tolan Êzdiyatî û hinek dîroka wê bi desten Êzdiyan dikeve dokumantan û nav jiyana me. Di van berheman de zelal dibe ku gelek berhemên heya îroyîn li ser Êzdiyatiyê hatine nivîsandin bi desten kesên ne Êzdî hatine nivîsandin û pirr ji wan jî bi meqsedên siyasî hatine nivîsandin û ewan ya Êzdiyatiyê şaş nivîsandine yan jî reşkirine. Yek ji taybetiya vê xebatê ev e ku beşekê berfireh yê vê xebatê bi şahid û kesên Êzdî yên li qada xebatê bakûr başûr rojhilat rojava û Ewropa yê nehatine berhevkirin Ev berhemên vê setê bersivên van pirsan jêr bi alîkariya tablowêne nexşe û belgeyan didin:
Di Êzdiyatiyê de Naskirina Xwedê?
Êzdiyatiya Berî Dema Şêx Adî li Ser çend Çîna Bûye?
Di Kurdîstanê de Erdên Êzdiyan?
Mîrgehên Êzdiyên li Bakurê Kurdîstanê?
Erdên Êzdiyên li Başûrê Rojavayê Kurdistanê?
Erdên Êzdiyên li başûrê Kurdîstanê?
Xwedan û Ocaxên Êzdiyan?
Sembolên Êzdiyan?
Ziyaret û hin cihên pîroz yên Êzdiyan?
Rewşa Êzdiyan a îro?
Rewşa Êzdiyan a demografik?
Berhemên di setê de ev in:
1-Nasandina Kevneşopên Êzdiyatiyê I
2-Nasandina Kevneşopên Êzdiyatiyê II-
3-Dîroka Êzdiyan a di dokumentan û zargotinê de
4-Çîrokên ku şahidiya kevnariya mîtologiya Êzdahîtiyê dikin
5-Hevpeyvîn Nirxandin û Bîranînên Hinek Êzdiyan