bi arê sirûdên berxwedanê
dikewînin devê birînên xwe yek bi yek
xoşewîstên azadiyê
xewneke bêdawî ye lewra
raza jiyanê di bîra hişê wan de
bextewariyên xwe diyariyî çiyan dikin
hêvî û xweziyên xwe yên zêrîn ko bi ko
ji bo neçilmisin nêrgîzên dilan
êş û xemên xwe
di pêlên çemê xewnan de berdidin
û
ruhê xwe
bi alaya azadiyê dipêçin reng bi reng...