VII.
Li ha xwîna ardû esmanê qehweyî
Li ha çirrçirrkê ku aramiyê nema dibexişîne
Li ha kozikên germ ên hêlayî û tepbûyî
Li ha karçînên ji şexteya Nînsûnê filitî
lê niha li ber sotikan dihelisin
Li ha geliyên ku neşên hirçê bêayîk star bikin
Li ha hespê dêlqamçî ew bedewê dîrokê
Yê ku sikeya xwe rakiriye ji navika mêrga
li biniya daristanê
Û bi xwe re dikişîne cendekê teqîna bêsewt.
Li ber vê şingeşinga şût rût û zer
Miriyên min ên veneşartî pixî min dikin
Li biniya zinarên ku 'ewran didine ber meqesê.
Elî Elî lema sebextanî?