Berhema navdar a Samuel Beckett "Li Benda Godot" derket.
Ji kitêbê
"Wa ye nema digirî. (ji Estragon re) Îcar tu ket dêvla wî. (bi coş) Giriyê li ser dinyê hertim bi qasî hev e. Ji ber ku kengî yek dest bi girî dike li cihekî din yek dev jê berdide. Ji bo ken jî wisa ye. (dikene) De ka wê çaxê em neaxivin û xerabiyê bi nifşê xwe nekin. Ma jixwe ji bav û kalê xwe ne neşadtir in. (sekinîn) De ka em ji bo başiya wan jî neaxivin. (sekinîn) Ya baş em qet neaxivin. (sekinîn bi hişmendî) Serjimar zêde bûye rast e."