Temi
Ez ku mirim hun meyte min çehl kin li peşa çiyayan
Bila bibin kumeyte min tumen ket u kunciyan.
Ben u li ser mexbere min biçerin berx u kar
Berxvan bibejin ezberen min heyran u hijmekar.
Şivaneki kal i helke-dilsaxeki fadil
Serhatiya min şirove ke ji wan re bibeje bi dil:
"Ew ji mina me rencber bu birake me ye mezin
Keri-suriyeki biçuk li ber bu kis dikir berx u bizin.
Me tev li ser kenareki nan u toraq dixwar
Radibu ser zinareki diniheri li çarniqar...
Axiriye ji çu u bu xwendi di bajer de bu şair
Le bi ruh ve ma disa gundi maşoqe çok u çayir...
Zehf digeriya li van çol u baniyan dipesini feruh
Belki Xwede van çol u baniyan bilgihine ber ruh..."