Seydaye Cegerxwin di helbesta Kurmanci de ekolek e. Wi hemi ezmün û ceribandinen beri xwe tek bir û di helbeste de qonaxeke nil da destpekirin. Betir ji helbest ji qata jorin ango ji qesr û serayan derxist û ani li meydane li nava gel raxist. Helbesta Kurdi bi wi kafi dakeve nav gel û hemil qaten mileti. Wi naveroka helbeste ji nû ve saz kir û reng û dirilveki din daye. Kiraseki nû je re fesiland. Bi wi awayi hemû bereyen gel bi eş azar xem û kulen xwe cî girtin bi vi awayi deriye helbeste ji civake re vekir. Di der bare ve angaşte de Ehmed Huseyni wiha dibeje: "Helbesta Kurdi di destpeka xwe de yani ji Eli Heriri Melaye Cizîrî Feqiye Teyran Ehmede Xani heta ku digihije qonaxa Cegerxwin yani heta gihaşt qonaxa we helbesta dibistane ku di zimane zanisti de je re Skolastik te gotin nifşeki spartiye nifşeki din heta ku gihaştiye Cegerxwin tu guhertin te de çe nebûye. Yek ji şagirten heri dilsojane en we ekole Cegerxwin e. Le di vir de rola Cegerxwin pir balkeş bil'. Cegerxwin faktoren bingehin en we helbeste herifand û cara peşi Cegerxwin ew helbest bi civate ve gire da. Yani veguhestineke bingehin xist striktura helbesta klasik. Ew ji ber bi civate ve kişandina helbeste bil. Yani ji forma we a metafiziki weki ku Sokrat felsefeya Yewnaniyan ji esmanan daxist erde Cegerxwin jî helbesta Kurdi ji metafizikiye ber bi civake ve ani û ber bi bûyeren rojane ve kişand."
(fiyana Rewşen hejmar 43 r. 16)