"Mirov maweyek e xewn û xeyalên me jî çîroka vê maweyê ne..."
Di vê kurteromana xwe ya bi navê "Qiseyên Xerîbîyê" de nivîskar Şener Ozmen bi zimanekî qiseyî yê hûrgilîbêj me dibe geşta dîtin û vedîtinên li biyanistanê.
Kurteromana ku heta radeyekê kirasê wêjeya gernametîyê li bejna xwe alandiye şikestin û stûxwarîya xerîbîyê kat dike û ziman bi xwe jî heta radeyekê li derveyî qalibên cîgirtî û mawekin ên Kurdîyê hêçandiye.
"Qiseyên Xerîbîyê" geştnameya Kurdekî bêwar e ku hundirê bêwelatînîyê dinimîne çerxa me ya xwedubarekirî digerîne û halê me qise dike.