Di vê jîyanê de gava êş dilkovanî mehrûmî keser gilî û gazinc serîhildan qîrîn eşq û sewdaserî digel hev li dar dikevin mirin bi hemû awayên xwe xwe tîne bîra me. Çendî ku em car bi car ji bîr dikin jî tişta ku bêdawî ye tim û tim haya me pê dixe ku em berpêyî dawîya emrê xwe diçin.
Û di vî emrê ku em tenê diqedînin de; dê ev berhem we bi hemû êş û azar û keser û mehrûmî û qîrîn û serîhildan û çîya û banî û eşq û sewdayên gelekî ku di her kêlîya xwe de bi mirinê re dijî û têkoşîna azadkirina jîyanê dide bide hisandin; û ew ê we ji vê rêwîtîya xwe re bike heval.
"Rêwîtîya Berpêyî Bêdawîtîyê" di vê wateyê de berhemek e ku bi hezkirina ku bo mirovan heye bi hêvîya ku bo azadîyê heye bi berxwedana ku li hember zilmê heye û bi qîrîna ku bo mirinê heye hatiye stirandin.