Jîyaneke Li Pey Zanyarîyên Kurdî ji hevpeyvînên bi dîrokzanê navdar û pisporê zargotina Kurdî Prof. Dr. Celîlê Celîl re hatine çêkirin pêk tê. Hevpeyvînên di pirtûkê de yên 30 salên (1991-2019) dawî ne. Ji wêjeyê heta ziman ji dîrokê heta zargotina Kurdî gelek pirs û mijarên girîng di xwe de dihebîne. Ligel vê derbarê malbata Celîlan de jî ku nêzî 70-80 sal in di warê wêje folklor çand û zargotina Kurdî de bênavber dixebitin agahîyên têr û tijî cih digirin.
Ev pirtûk di warê dîroka Kurd û Kurdolojîyê de ji bo xwendevan û lêkolînvanan wê bibe çavkanîyeke girîng. Ji lew re di nav hevpeyvînan de tê dîtin ka Kurdolog Celîlê Celîl li ser bingeha dîrok ziman çand û wêjeya welatî çawa ber bi gerdûnê ve meşîyaye û xebatên wî di navbera paşeroj û pêşerojê de pireke çawa danîne.