Di edebîyata Kurdan ya devkî de şer cihekî taybet digire. Ne tenê di edebîyata Kurdan de lê belê di edebîyata dinyayê de jî mijara şer gelekî bi berfirehî hatiye pêşkêşkirin. Şer beşek ji kultura civakan e. Baş dîyar e ku di hemû warên hunerî de şer wekî mijareke xweser di hemû civakan de derketiye pêşberî mirovan. Di helbest romanan fîlm wênesazîyê û hwd. de her gav mirov pêrgî mijara şer dibe. Divê ev mijar piralî were naskirin.
Nivîskar Şerefxan Cizîrî di vê xebata xwe de bi tevahî li ser têgeha şer radiweste teorîyan li ser pêşkêş dike û bi dû re jî wan dîtinan li ser edebîyata Kurdan ya devkî dide sêpandin. Şerefxan Cizîrî bi mînakên şênber dengbêjîya şeran radixe ber çavan mînakên balkêş ji edebîyata Kurdan ya devkî pêşkêşi xwendevanan dike. Em ê bi nivîskêr re biçin ser Girê Ridwanê û li destana Çeleng Evdal guhdar bikin. Em ê bibin dîtyarê şerê di navbêna Kurdên Ezidî û Kurdên Misliman de. Em ê bi formateke şênber malkambaxîya şerê navxweyî bibînin. Em ê bi dû re biçin Keleha Heranê û li şerê di navbêna Kurd û Ereban de guhdar bikin. Em ê bi dû re jî pêrgî gelek mînakên şer bibin di edebîyata Kurdan ya devkî de û em ê bi wan re bikevin nav darazandinên civakî û derûnî.