Qijalk; qajîn e. Qajînên mejî û herikînên mejî ne... Qajeqajên dengê mejî a ku dixwaze xwe ji xwe rizgar bike û di nava herikîna zemên de têgihiştina rizgarnebûna mejî ye... Dengê têkçûna li hemberî zemên û rexneyeke li hember phallogocentrismê ye... Di nava pêlên tenêtîyê de rizgarnebûna civakbûnê ye...
Di Qijalkê de zeman bayekî surreal e û ji her tiştî bihêztir e... Zeman tirs e tirsa ku veguherîye fikaran û di gerînekên zemên de careke din Iêgerîna zemên e Qijalk...