Piranîya berhemên vê berevokê bi naveroka xwe ve ên otobîyografîk in ên bûyerî û hetanî dokumenter in jî ên derheqa wê jîyanê û wan bûyeran de ku nivîskar bi xwe dîtiye û di nava wan de jîyaye û ji ber vê yekê jî wekî ji naveroka wan berheman kifş dibe wê jîyanê bandoreke mezin li ser wî hiştiye. Û em ê metelmayî nebin ku ew rasttir naveroka wan berheman wê bandoreke mezin li ser bîr û bawerî û hest û hisên xwendevanan jî çê bike.