Ev berhema Eskerê Boyîk ji çîrok û fablên zargotinî pêk hatiye. Nivîskar ev çîrok bi Kurmancîyeke dewlemend û bi zimanekî zelal ji nû ve pêşkêşî me kiriye. Taybetmendîya hevpar û herî girîng a gelek çîrokan şîret e. Her çîrokeke vê berhemê şîreteke gelekî girîng û balkêş li meriv dike ku bivê nevê meriv di bin bandora xwe de dihêle. Ji ber vê taybetmendîyê jî dê çavkanîya van çîrokan ku nivîskar jê sûd wergirtiye kesine mamosta an jî têkilî perwerdeyê bin.