"Çavên xaltîya Dilşayê çûn li ser pencereyê lûsiyan.
Çavên Şermînê jî çûn li çarnikalê odeyê gerîyan..."
"Dengê qirçeqirça paldankê diçe asîmana
Û awirên Şermînê li rojava..."
Şerm him îhlalkirina sînoran e him meşrûkirina îhlalkirinê ye. Bûnewerî û jîyana derve vexwendîye nava xwe û bûnewerî bi saya vê vexwendinê gihîştîye hebûna xwe. Hebûna bûnewerîyê barekî giran e helbet êş û kuleke mezin e. Şermê tam di vir de dest bi îhlalkirinê kiriye; lewra ji bo êşa mezin ji giranîya wê xelas bike û zimên newestîne ew di gotinê de sivik kirîye yan jî giranî bêwesf kirîye. Yanê êş çiqas giran dibe gotin ewqas sivik dibin di sivikahîya gotinê de êş ji kirasê dramayê xelas dibe û hemû çemên erdnîgarîya romanê ber bi heman deryayê ve diherikin. Lê gava hemû çem digihînin hev û dibin qebûleke meşrû veqetîna eslî dest pê dike û berî dide nedîyarîyê...
Sîdar Jîr bi vê romanê xwendevanan vedixwîne lewra xwendevanên vê romanê hemû lehengên wê ne...