Dema Rojdaya ku li Stenbole li Zaningehe dixwine ji ber nexweşiye hineki nabire dide xwendine u te mala xwe ya li Tetwane bi re de li laşe gerilayeke jin diqelibe. Pişti ve tesadüfe Rojda ji aliye leşkeran ve te şopandin di ifadeyen bi işkence re derbas dibe jiyane we bi buyeren benavbir u awarte hildiweşe. Disa di rojeke zivistane ya biberf de pergi gerilayan ku we dişopinin te. Gerila we bi xwe re dibin ser çiyayan edi jiyaneke ku kevir u dar li ber idare nakin dest pe dike. Rojda dibe şahide neçari evinen nepeni intixar u heza berxwedanen mirovahiye. Di heman deme de li bajaran gele welatparez tene kuştin. Miroven ku Rojda ji wan hez dike bi rebazen hovane tene kuştin. Reya Beveger buyeren ku di salen 1990'i de li ser erdnigariya Kurdan pek ten bi vegotineke balkeş vedibeje.