"...Ez ne ya gundo me kure min mo ez ya gundo me ?! Hemo ez ji rodibun u min mol je re poqij dikir min hewşo wi pogij dikir min ov toni u cilen wi dişiştin min xworno wi çe'dkir mo ez ç'bkim? Kino min ne'j won insono re ye kure min he govo ti'd zike min de biyi hikmete bere wi do wi gundi min gute here solek bimine u were nov me. Çi'd beje boş e? Qaymeqom nahele! Qaymeqome çi hole çi kure min?..."
- 3 Gramera Behizur
Gramera Behizur roman seyem a Şener Özmene niviskare romanen bi nave Rojniviska Spinoza (Lis 2008) Peşboziya Çiroken Neqediyayi (Lis 2010) u pirtuka ciye şanaziye bo kurteçiroken bi Kurdi ya bi nave Kelh (Lis 2012) li ser reya direj a dibiranine u danina qewereya berfireh a deqa benavend pe berdewan e bajare Zexe dike nex bi şeweyeki geleki tenik kiraseki bedewiye difesiline li bejn u bala Kardoxiyen ku di cihana sergejiya bena ya zimane xwe de li her dere u her xale de ger u tot dibin le bi ve yeke re kod u şifreyen gelek peywenden li ber jibirbune bi saya sere bira Bozo Nesim u Özcan rizgar dikin.
Şener Özmene ku xwe dispere bire u degen benawend dinivise bi ve xebata xwe ya gewre ve navendeke ji birrek hemanan pek hati ya xweseri xwe tine u di romana Kurdi de ava dike.
Gramera Behizur a çaverekiri xwineren zirek u rexnegiren destbiker vedixwine deqeke ku pariyeki ji zimane Kurdi zaravaya Kurmanci bi xwe te de rol u dewra sereki digere.