Pişti romana xwe ya dilveker "Evina Merxaseki" ya ku çiroka evina Derweşe Evde u Edule tine zimen İbrahim Osman ve care me dibe geşta çiroken xwe yen xwedi vegotineke rewan xweşkok u herikbar. Berhema ku ji heft çirokan pek te xwineri wer dike di xefika tevin u hunandinen xwe yen şirin de.
Çiroken Siya Şeve giraniye didin kitekiten jiyana gerilatiye u salen bi eş u keser en ku mohra xwe li çarenivisa gele kurd daye. Ji "Nasnameya Bi Xwin" bigire ku behsa rasthatiniya kambax u dilsoj a xiziman di şere birakujiye de dike heta bi çiroka "Xezineya Bin Erde" ya ku bale dikişine ser destpeka bişkivina xebata çekdar a gele kurd li bakure Kurdistane u sosretiya danustandina kurdan a li gel ve xebate u heta bi "Yazdeh Gul Bişkivin" ku çiroka mirina trajedik a duwazdeh şervanen azadiye bi desten xwezaya Kurdistane ya dilkevir radixe ber çavan. U di nav re malwerani qeleşi hevişikestin u buyeren kenegiri tevina çirokan di heriya xwe vedigevizinin.
İbrahim Osman xwe di çirokbejiya xwe de dispere diware gewre ye rastgiriya diroka gele kurd a nujen u hewl dide ku hurgiliyen ve diroke di qalibeki wejeyi ye cihewaz de ro bike.