"Ev qeraxa ku em raserî wê ne li devereke welatê te yê azad e ev der xût cinet e qûm qûma welatê te ye mirovên li qeraxê giştik Kurd in wekî ku ji te ve jî xuya ye bêziman in piştî ku zimanê wan ê dewlemend yekcaran ji holê rabû ev qezîya reş bi serê wan de hat. Ji zû de ye ku bi saya serê qaqlîbazan pêwendîyê li gel hev datînin loma bi kom û kulfet tên qeraxa vî şetî ji kewa sibehê heta hingora êvarê li vir in ev jî tişteke nû ye bo me Andromedayîyan..."
Di Xeybê de Şener Ozmen bi hostatîyeke deradetî me ber bi bîra xwe/me ya xwenereşkdîtî ve kaş û berkaş dike û derûna xwe/me ya binçalkirî radestî qelemşorîya xwe ya xwerûbiwêjî û xûtbehiştî dike.
Vegotina romanê ya di deryaçeya Kurmancîya Reş de hatiye noqkirin hizirên merivanîya me ya paşperdekirî bi Rê û Zê dike û bi gilîgotinên û qisekirineke jîyanî ya serincrakêş li ber dilê me dide û kat dike.
Xeyb romaneke weha ye ku ji refê rêzenivîsên asêmayî û xwedubarekirî yên Kurmancîyê veqetîyaye û hewl daye romannivîsîya me ji me rizgar bike.
Xeyb bi hûnandina xwe ya çapik û çeleng nivîseke nû û ter e ku hêjayî liserrawestaneke hûrxwîn e.
Êdî li şaneşîna hizirpakî û kûrlênêrîna xwînerên Kurmancîya Reş vêsa xwe digire.