Xwendevanen bi rumet u heja. Em tev dizanin ku zargotina kurdi wek deryayek ku ser u bine we naye zanin e. Bi hezar salan li ser ve erdnigariya welate me bi hezaran çirok u destan u stran hatine afirandin. Ji ber bihiştiya welate me gelek dagirker u talankeran bere xwe dane welate me. Çanda me talan kirine. Berhemen me ji xwe re birine li ser nane xwe li cihane belav kirine. Weke çiroken hezar u yekşeve weke çiroken heywanan ku ewrupiya birine u weki male xwe bi kar anine. Ji bo ji niha u pe ve peşiya ve talankariya biyaniyan were girtin dive kurd bi dil u can li çanda xwe xwedi derkevin. Çirok stran destan gotine peşiyan tiştanok durik u lawijen Kurdistane berhev bikin da ku em ji bi pesindari qala zargotina xwe bikin. Ji deryaya be bini dilopek be ji me ji dengbej u çirokbejen ku li Amede ne çend pirtuk amade kirin. Ev pirtuk ya yekemin e. Di ve pirtuke de ji deve dengbej u çirok bejen gelek stran çirok u destan hatine nivisandin. Em gelek spasan peşkeşi van hevalen heja dikin ku alikariya me kirin. Tİşten bi salan di hişe xwe de digirtin ji me re gotin. Me ji amade kır.
Xwendevanen bi rumet em bi ve pirtuka dengbej u çirokbejen Amede ya duyemin careki din bi we re ne. Disa gelek stran u çirok u destanen xweş te de hene. Em hevi dikin ku hun biecibinin.