Di vê pirtûkê da 21 çîrokên aqilane û balkêş ên folklora Kurdan hene. Ji van çîrokan her yek aqilekî û dersekê dide me. Hinek pirsa başîyê dikin hinek berê me didin tifaqê hinek qîmeta rastî û heqîyê radixin ber çavan hinek qîmeta xebat û xîretê. Malbata Celîlan bi salan e ku berhevkarîya folklora Kurdan dikin. Celîlê Celîl ji nav baxê folklora Kurdan ev çîrok neqandine û ji bo her kes sûd jê bigire bi zimanekî sade û folklorîk ew ji nû ve nivîsîne.