Herêma Serhedê yek ji kana herî xurt a folklora Kurdan e. Serhed ji alîyê çîrok û xebroşkan ve gelekî zengîn e. Di vê pirtûkê da 15 xebroşkên herêma Serhedê hene. Ev xebroşk bi salan e wekî çemekî diherikin û xem û xeyal û hêvî û gazinên gelî di xwe da dihewînin. Nîhat Oner li wê herêmê guhê xwe daye gelek kesan û ev xebroşkên hanê berhev kirine.
"Hebû tune bû padşak wezîrê wî yê milê rastê yek jî melê padşa hebû. Wezîrê milê rastê hebû lê çi bibûya padşa mele dipirsî. Wexta padşa mele dipirsî wezîr çevreşî dikir digot yê wezîr ez im çima mele dipirse wî dişêwêre?"