Di vê pirtûkê da hemû nivîsên "Kovara Hawarê" ên folklorîk hatine tesnîfkirin. Ev xebat fabl çîrok xebroşk destan efsane kilam û stran lorî lavij gotinên pêşîyan û tiştanokan û hin nivîsên li ser eşîr û erdnîgarîyê di xwe da dihewîne. Ji bo têgihaştina deqên folklorîk ferhenga folklorê jî li dawîya vê xebatê hatîye zêdekirin.