Herêma Mêrdînê yek ji kanên zengîn a folklora kurdan e. Di vê pirtûkê da gelek pêkenok çîrok serpêhatî û fablên Berîya Mêrdînê hene. Ev hêmanên zargotinê gelek jê li ser zaran li odeyan bûne mêvan û heta roja me hatine.
Mele diçê ser mûlidê
Yekî gundî ba dikê melê dibê:
"Seyda îşev were ser mûlida me."
Mele zarokê xwe tev de didê dû xwe û diçê. Yê gundî li devê derî dibînê go mele zarokê xwe tev de anîne. Jê re dibê:
"Mele mi go tu wer ser mûlidê mi nego zarokê xwe jî werê."
Mele dibê:
"Xwedê mala te ava bike ez sale weqat wa xwedî dikim ma go tu şîvikê bidê wa wê dinya xera bibê!?"