Kurdnasê Sovyeta kevn Celîlê Celîl lêkolînên wî li ser dîrok zargotin (folklor) lîteratora kurdî bi zimanên rûsî ermenî kurdî (kurmancî soranî) erebî tirkî û almanî derketine. Ew ji Êrîvanê (Komara Ermenistanê) warguhêzî Vîyanayê bûye û li wê li Akademîya Zanistî karê lêkolînên kurdnasîyê berdewam dike.
Pirtûka "13 rûpelên balkêş ji dîroka gelê kurd" li ser sêzdeh gotarên wî yên ku dema berê bi zimanên rûsî ermenî û kurdî çap bûne bingeh girtîye. Her gotarek li ser çavkanîyekê ava bûye. Bihayê vê berhevokê mezin e ji ber ku li ber xwendevanan çavkanîyên nenas û balkêş vedibin. Bervedana wan ya zanistî hêjatîya pirtûkê hîn zêde dike.