Di vê pirtûkê da bi dehan metelok-pêkenokên herêma Serhedê hene. Ew li gorî mijaran ji hev hatine veqetandin: rastî derew biaqilî bêaqilî pesn esil û fesil...
Derdê bêderman
Go rokî yek zef nexaş dikeve diçe ser çiqas hekîma ti hekîmek tê dernaxe ka nexaşîya wî çî ye. Hemasa hekîm hekîm digere derdê xwe ra dermanekî digere. Paşê hekîmekî zef rind dibîne ew hekîma dibêje wî:
"Tu gûyê xwe buxî tê pak bî."
Eva jî lê dixe diçe dibêje:
"Wele eva derda min bikuje jî ez gû naxum."
Merivek dibêje wî:
"Tu du sê meha neynikê xwe hilnede hesabankî te gûyê xwe xarîye."