Roja Nu 1943 - 1946 - Hemu Hejmar 101 - 731
Roja Nu 1943 - 1946 - Hemu Hejmar 101 - 731
Rojnameya Hefteyi ya bi Kurdi
    • Basım Yılı
    • Sayfa Sayısı
      300
    • Kağıt Türü
      2. Hm. Kağıt
    • Ebat
      16 x 24
    • Dil
      Kürtçe
    • Cilt Durumu
      Karton Kapak
    • ISBN-13
      9786052356838
    380,00 TL
    ÜRÜN SATIŞ DIŞI

    Çapemenîya Kurd weka çapemenîya neteweyên cîhanê ti carî nikaribîye li welatê kurdan bi rihetê weşana xwe bike. Ji ber vê rewşê her dem li derveyê welat hewil daye weşana xwe bike. Ev weşan jî ji ber astengiyan zêde nejiyaye. Di destpêka çapemenîya Kurdî de du nifşên malbata bedirxaniyan pêşengî kirine. Rojnameya Kurdistanê her du bira Mîdhet û Evdirehman Bedirxan derxistine. Sî-çil sal piştî wan biraziyên wan Celadet û Kamuran Bedirxan dane dû şopa wan û bi kovarên Hawar û Ronahiyê Celade Bedirxan bi rojnameya Roja Nû jî Kamuran Bedirxan der tên pêşberî xwînerên kurdî.

    Malbata Bedirxanîyan her dem xizmeta doza kurd û Kurdistanê kirine. Her dema ku bayek azadîyê rabûye wan jî babirekên keştîya Kurdistanê bi vî bayê xwedî hêz kirine da ku zûzûka Kurdistanê rizgar bikin. Emîn Elî Bedirxanê ku şagirtê Hecî Qadirê Koyî ye her sê kurên xwe (Sureya Celadet û Kamuran) jî bi hestên neteweparêzîyê mezin kiriye. Birayê mezin Sureya Bedirxan di 1908an de li Stenbolê dest bi weşana rojnameya Kurdistanê ya ku Evdirehman Bedirxanê apê wî ji ber astengîyan ji 1902yan heta wê demê nikaribû biweşîne kiribû. Di 1909an de dîsa pêşî li rojnameya Kurdistanê hat girtin. Sureya Bedirxan jî wek apên xwe çû Qahîreya Misrê û rojnameya Kurdistanê weşand. Celadet û Kamuran Bedirxan jî her li ser wê rê bûn. Wan jî li sirgûnê kovar û rojnameyan derxistin.

    Her çi qasî Kamuran birayê piçûk be jî tu carî ji Sureya û Celadet Bedirxan kêm nemaye. Her bi wan ra di nava xebata çand huner û wêjeya kurdî de bûye. Di kovarên Hawar û Ronahîyê de nivîsîye. Lê ew dîplomatekî şareza yê kurdan bûye. Ji bo ku doza kurdan bi dinyayê bide nasîn di 3yê Gulana 1943yan de Rojnameya Roja Nû ya ku nivî bi kurdî û nîvî jî bi fransizî bû derxistîye. Ez dixwazim balê bikişînim ser girîngiya 3yê Gulanê ku ji aliyê saziya Neteweyên Yekbûyî ve di sala 1993yan de bi pêşniyaza Saziya Rojnamevanên Sînornenas a li Parîsê wek Roja Azadîya Çapemenîyê hatîye qebûl kirin. Min gelek hewil da ku ez pêwendîya vê biryarê û roja derketina rojnameya Roja Nû derxînim holê lê ez di vê mijarê da negihîştim agahîyên ku mijarê zelal bikin. Divê em kurd li xwîna şehîdên çapemenîya kurd û keda rojnamevanên kurd ên wek Kamuran ap (Mîdhet û Evdirehman Bedirxan) û birayên (Sureya û Celade Bedirxan) wî xwedî derkevin.

    Di dawîyê da ez dixwazim Weşanxaneya J&Jyê ji ber vî karê pîroz amadekirina Peldanka kovar û rojnameyên pêşîn ên bi kurdî pîroz bikim.

    01.03.2021
    Ahmed KANÎ

    Ürün Kategorileri
    YORUM YAPIN
    Yorum Başlığı:
    Yorumunuz*:
     
    Bu ürünle ilgili bize iletmek istediğiniz her hangi bir hata mevcut ise aşağıdaki formdan gönderebilirsiniz.
    Bildirdiğiniz hata tarafımızdan düzeltilince e-posta ile bilgilendirileceksiniz.
    Hata Detayı:
    FIRSATLAR
    Taksit Anlaşmamız Bulunan Kredi Kartları
    Güvenli Alış-Veriş
    Sosyal Medya
    © 2024 KitapStore.com - Tüm Hakları Saklıdır