"Pirsa "Çima?" ya ku feisefeya jiyanê ji me re dike rêber divê ku bikeve rojeva her kesên ku li ser vê axê dijî...
Eyv jinên ku bi pey şopa heqîqetê û jiyaneke azad ketin û li gund bajar deşt û çiyan geriyan. Ew di newal û nependiytn reştarî (je li stêrkên herî geş ên biriqî geriyan. Li rê û rêçikên jiyana weş û azad geriyan. Li nav zozanên ku ji lîlos gul sosin û beybûn û ya ku ji xwezayê hatiye xemiiandin de geriyan. Carina liçiyanên yekem car tovê jiyanê hatiye avêtin û mirovahî bi pêş ketiyê û civakbûn hatiye ava kirin de geriyan carina jî li gundên xweşcivat carna jî li bajarên xapînok û sar ku bi agirê bedena jinên serhiidêr germ û geş bûye û carina jî li zindanên ji gormistanê jî wê detir tarî de bi agirê bedena jinên berxwedêr li azadiya xwe geriyan. Bi gotina jina berxwedêr lakîne Cansiz; "Wek nefereke vê doza mafdar li zindana Amedê min şerm kir ku ez bibêjim aax!" Bi berxwedan û bi têkoşîna yek sorlîlosekê bi hezaran sorlîlos serî rakirin û şaxên xwe vedan û Ii her qadên jiyanê belav bûn û ji bo azadiyê tiiîiî dil deng û awazên mye xistin yekaheng..."