Welatekî pir xweş bi dar û bi ber
Bi çem û daristan bi pelg seranser.
Bi merg û bi kanî bi deşt û çiyan
Jiyaneke bê tirs di kir hemiyan.
Ev welatê pir xweş warê şêran bû
Ji bav û kalan da her cihê wan bû
Rojekê dor girtin xwînmij hoviyan.
Çekuran keftaran guran roviyan
Her dem biaxivin zimanê şerîn.
Li malan û derve wek xwe biqîrin.
Wekhevî û azadiyê bicî bînin
Diroka şêrên nû binivisînin.
Da şêra bav şêra xort birexistin
Li çiyayê bilind agir vêxistin
Ji her malan şêrên xort hilkişiyan
Ji borina şêran çiya hejiyan