Ev pirtûkçeya "Rêzimana Kurmancî" ku di destê we de ye ne ya rêzimana giştî ye. Meriv dikare wek "nîşeyên waneyê" lê binêre. Di çarçoweya bernameya rêzimanê ya pola mamostetiyê ya Med Dere de hatiye amadekirin. Belkî meriv dikare wek çavkanî û destekgira waneyên pirtûka rêzimanê lê binere.
Di dawiya pirtûkê de bi berfirehî pirsên hindarîyê lê hatine zêdekirin. Ew pirs dê bêtir we ber bi mijarê ve bibe. Ji bo ku hûn ji mijarê re serwext bibin û tê bigihijên dê we bidin fikirandin lêkolandin û lêgerandinê. Bi wê şêweyê fêrbûna we dê tekûztir bike û bi edilîne.
-Brahîm Xelîl Taş