Bila bêhêvî
Nebe rêwiyê dil
Ji bo bêqudiman
Bila av nede kaniya dil
Li ser şaneşîna hestan
Ji bo bêhestan
Bila doşekên evîniyê
Neyên danandin
Û
Heke peyvên eşqê
Nefirin
Sihbet dê nebe
Sihbeta dilan
Qey tu nizanî
Li ber eşqê sînor
Şikestîne
Guh nede loman
De were da em
Ramûsanan ji hev bidizin...