Ey xoşewîst û rêzdarên dilpak
Welatperwer û zana û ronak
Ji nava êl û gund û bajaran
Qewmînek e ev ji nav hezaran
Mebesta grîng ji vê bûyerê
Nîgarek e ev ji demên berê
Dibe rojekê ev bibe nexşek
Ji bo dîrokê xelat û bexşek
Ger ev bûyer û rûdanên kevin
Ji bo wêjeya me bibin tevin
Wê bixemile bejna dîlberê
Rengîn kin emê taca hunerê
Taca hunerê em bi nexşînin
Kêmasî hebin me bibexşînin